Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Koçber Hewil Didin ku ji Tirkîyê Herin Yunanistanê


Bi hezaran koçberên li Tirkîyê piştî vebûna derîyên sînor ji wî welatî derdikevin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu dîyar kir ku hejmara koçberên di ser Edîrne re ji Tirkîyê derketine bûye 36776.

Koçber hewil didin ku herin Yunanistanê û di wir re derbazî dewletên Ewrupî bibin.

Berdevikê Hikûmeta Yunanistanê Stelyos Petsas dîyar kir ku 66 koçberên sînor derbaz kirine hatine desteserkirin.

Petsas da zanîn ku bi qasî 4000 koçberan hewil dane ku sînor derbaz kin, lê polîsên wan ew asteng kirine.

XS
SM
MD
LG