Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçuna Navbera Komên Serhildayan de Herî Kem 23 Kes li Kolombîya Hatine Kuştin


Wezîrê Berevanîyê yê Kolombiyayê roja Duşemê got, di dawiya vê hefteyê de herî kêm 23 kes li Kolombiyayê hatin kuştin, û 20 jî neçar man malên xwe biterikînin ji ber ku şer di navbera komên serhildayan de li eyaleta Arauca ya rojhilatê dijwar bûye.

Ev kuştin ji bo hikûmeta Kolombiyayê, ku piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an a bi Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê, an jî FARC'ê re, karîbû rêjeya kuştinê li piraniya welêt kêm bike, nîşan dide. Lê ew aniha têdikoşe ku tundîtujîya li deverên gundewarên welêt kontrol bike ku komên piçûktir yên serhildêr û rêxistinên bazirganiya narkotîkê li ser rêyên qaçaxçîtiyê, zeviyên kokayê û tiştên din yên neqanûnî şer dikin.

Arauca cîhê hin ji mezintirîn çavkanîyên neftê yên Kolombiyayê ye ku komên serhildêr bi rîya borîyan hewl didin ku nefta wê bidizin û ew jî dibe sedema alozîyê li wê deverê. Dewleta Kolombîya bi Venezuela re sînordar e, û komên bazirganiya narkotîkê bi dehsalan li ser rêyên qaçaxçîtiya wê şer dikin.

Di daxuyaniyekê de roja Duşemê, artêşa Kolombiyayê got ku derketina dawî ya tundûtûjiyê ji ber şerê di navbera Artêşa Rizgariya Netewî, ango ELN, grûpa gerîla û endamên berê yên FARCê yên ku beşdarî peymana aştiyê nebûn, bû. Artêşê got ku her du kom aniha ji bo serdestiya li ser bazirganiya narkotîkê li herêmê şer dikin.

XS
SM
MD
LG