Dadgeha bilind ya wîlayeta Colorado (Kolorado) roja Sêşemê biryar da ku rê nede serokê berê yê Amerîka Donald Trump ku beşdariyê di dengdana hilbijartinên pêşî yên serokatiyê de li wîlayetê bike.
Ev biryar girêdayî rola Trump di bûyerên 6'ê meha yekê ya 2021'ê li dijî Kongresa Amerîkayê ne.
Li hin wîlayetên din jî heman hewildan hene da ku Trump bêbehr bikin ku cardî nikaribe bibe serok.
Gotûbêj li dor Xala 14'an ya Desûra Bingehîn ya Amerîk tên kirin, ku benda destûrî tekezîyê li ser rê nedana kesên ku "ajawegêrî yan serhildan" dikin, dike, da ku nikaribin cardî vegerin wezîfeya xwe.
Dadgeha Colorado got ku biryara wê dê heta 4'ê Çile, an jî heta ku Dadgeha Bilind ya Amerîka biryarê li ser dozê dide li bendê bimînin û rawestin.
Karbidestên wîlayeta Coloradoyê gotin ku 5ê Çile dema dawî ye ji bo çapkirina pisoleyên dengdanê, ji bo hilbijartina destpêkî ya serokatîyê li wîlayetê. Ew dengdan jî pêşbirkêya sereke ye li ser asta wîlayetê, ku partiya Komarî dê bikar bîne ji bo destnîşankirina berbijarê xwe yê ku dê li hember Biden bo hilbijartinên 2024'an bikeve pêşbirkê.
Dadgeha Bilind ya Coloradoyê di biryareke nedîtî de 4 deng li hember 3 dengan biryar da ku rola Trump di serdagirtina Kongesê ya 6'ê Çileya 2021'ê de heye. Di wê êrîşê de alîgirên Trump girtibûn ser avahiya Kongresê, çaxê encamên hilbijartina 2020'an dihatin pejirandîn û Biden weke serokê Amerîka hat raginadin. Ew yek wekî nerazîbûn bû li hember encamên wan hilbijartinan ku Trump û piştgirên wî dibêjin sextekarî tê de çêbûn. Ti belge nînin ku piştgirîya van îdîayan dikin.
Piraniya dadwerên dadgeha bilind ya Colorado yên ku dengê erê bikar anîn nivîsand, "Em weha bi hêsanî negihane van encaman. Em qebare û giraniya pirsên arasteyî me tên kirin dizanin. Em bi heman awayî li ser erkê xwe ne ku em qanûnê bi cih bînin, bê tirs û bê alîgirî, û bêyî ku em ji bertekên bîra giştî bitirsin, li hember biryarên ku qanûn ferz dike ku pêwîst e em bicih bînin."
Dadwer Carlos Samour, ku nerazîbûn nîşan dabû, got ku hikûmet nikare bêyî pêvajoya qanûnî rê li ber kesekî bigire ku postê bistîne. Wî berevanî li Trump kir û got ew ne sûcdar e.
"Tevî ku em pê bawer bin ku berbijarekî di demên borî de karekî xerab kirîye, dikarim bêjim eger ku beşdariya serhiladanê kiribe jî, divê ku rewşeke weha destdayî hebe berî kes ji wezîfeya giştî bên dûrxistin."
Li aliyê din, kempeyna Trump ya hilbijartinan ev biryar heta asteke bilind "ne demokratîk" binav kir û di daxuyaniyekê de got ku ew li bendê ne ku Dadgeha Bilind ya Amerîka "bi lez û bez biryarê di berjewendiya me de bide û dawî li van dozên ne Amerîkî bîne."