Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîta Parlamena Kurdistanê Serdana Herêmên Xwepêşandanan Dike


Preskonferansa Hevbeş ya Parêzgarê Helebce û Komîta Parlamenê
Preskonferansa Hevbeş ya Parêzgarê Helebce û Komîta Parlamenê

Parlamena Herêma Kurdistana Îraqê komîtek pêkanî bo lêkolîn kirina derbarê wan girjî û tundiyan yên ku di xwepêşandanên çend rojên borî de li parêzgeha Helebce, Silêmanî û herêma Germiyan pakhat bûn.

Komîta Navxwe ya Mafên Mirov û Pêşmergan di aparlamenê de, bi armanca lêkolînan serdana parêzgeha Silêmnaî û Helebce kirin ku xwepêşandan li wan herêman pêkhatbûn û hejmarek xwepêşander hatbûn kuştin û avahiyên partiyên siyasî û dayîreyên hikûmetê hatbûn şewitandin.

Komîte dide zanîn ku wan hevdîtin ligel berpirsên ewlekarî û Îdarî yên herdu parêzgehan encam dane û komîte li gor biryara desteya serokatiya Parlamena Herêma Kurdistanê hatiye ava kirin.

Endamên komîtê didin zanîn ku ew dixwazin hemû alî û sedemên derketina xwepêşandanan û sedemên derketina girjî û tundiyan û şewitandina dayîreyên hikûmetê bizain û wan lêkolînana bikin.

Di preskonferenasekê de parêzgarê Helebce Azad Tewfîq got "xwepêşandan mafek rewa yê welatiyane, girjî û tundî pêkahtin, me hewil da ku ne ziyanên giyanî ne yên madî çê nebin, xelk birçî ye, hêviya me ewe ku ev pirsgirêk bibin sedem ku hikûmet û parlamen pakêteke çareseriyan pêk bînin ku ev girjî car din çê nebin".

Endamê Parlamena Herêma Kurdistanê Balambo Mihemed, di preskonferansa hevbeş ya komîta parlamenê û parêzgarê Helebce de got, li ser daxwaza serokatiya parlamenê komîte hatiye ava kirin jibo diyar kirina rastiya girjî û aloziyên di nava xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de qewimî bûn biznain. Jibo vê armancê dê komîte serdena wan hemî qeza û nahiyan bike yên ku xwepêşandan lê derket bûn. Dê komîte raporta xwe amade bike.

Derbarê pirsa Dengê Amerîka kanê hikûmet dê tedbîrek yasayî bistîne jibo wan kesên gule berdane xwepêşanderan û bûne sedema kuştin û birîndar kirina hejmarek xwepêşanderan?

Endamê Komîta Palamenê Balambo Mihemed got "Pêwîstbû pêşwext xelk ji tedbîrên yasayî hatban agihdar kirin da ku şewitandina avahiyên hikûmetê pêk nehat baye, jiber ku xwepêşander jî, ji şewitandina wan avahiyan zirarmend bûne, ez weha dibînim ya ku çûyî.. çû, bi hêvîya carek din, saziyên hikûmetê neyên şewitandin û karek weha car din dubare nebr."

Ji hejî bîrxistinê ye ku di xwepêşandanên 8 heta 10ê vê meha Kanûnê de li parêzgeha Helebce gelek avahîyên hikûmetê û hemû bingehên partiyên siyasî hatbûn şewitandin.

Di encama xwepêşandanên li Silêmaniyê, Helbce Û Herêma Germiyan de, 9 xwepêşander bi guleyên hêzên ewlekariyê hatbûn kuştin û hejmarek birîndar bûnee, herwiha li bajarokê Penciwîn pêşmergek bi guleyan giyanê xwe jidest dabû.

FH_Raporta Helebce 20 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00

XS
SM
MD
LG