Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku komeke çekdaran li eyaleta Sokoto ya Nîjerya 15 kes kuştine.
Walîyê Sokoto Aminu Waziri Tambuwal ser êrîşvanan got ku ‘’ew çete ne û bûne terorîst.’’
Tambuwal da zanîn ku êrîş ji roja Yekşemê bi şev heta serê sibeya Duşemê dom kirine.
Wî dîyar kir ku 13 kes li Illela ya li sînorê Nîjerê hatine kuştin û 2 kesên din jî li Goronya di êrîşan de canên xwe ji dest dane.
Meha borî komên çekdaran li Nîjerya 43 kes kuştin.
Komên çekdar yên bo pereyan tevdigerin îsal li rojavayê bakurê Nîjerya bi sedan kes kuştin û revandin.
Wan komên çekdar bo rê li ber xeberdanên bi hêzên ewlekarîyê re bibirin xetên danûstandinê qut kirine.
Serokomarê Nîjerya Muhammadu Buharî êrîşa dawî şermezar kir û dîyar kir ku ew bo êrîşvanan bibînin teknolojîyê bikar tînin.
Buharî dîyar kir ku ewê bi awayekî tund bersiva êrîşên dijî sîvîlan bidin.