Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misrê Civînên Komîteya Têkiliyên Erebî li Dor Sûriyê Destpê Dikin


Arşîv: Wêneya Civîneke Komkara erebî li Qahîre
Arşîv: Wêneya Civîneke Komkara erebî li Qahîre

Civînên Komîteya Têkiliyên Erebî derbarê Sûriyê roja Sêşemê li Koşka Tehrîr ya li navenda paytexta Misrê Qahîre dest pê kirin, li gorî balyoz Ehmed Ebû Zeyid, peyvdarê fermî yê Wezareta Derve ya Misrê di twîteke xwe ya platforma X (twittera berê)de weşandî ".

Ebû Zeyid got ku Encumena Erebî "hewl dide ku çareserîyên sergirtî û domdar ji kirîza Sûrî re peyda bike û dawî li êşên gelê Sûrî bîne".

Balyoz dibêje "Bi tevlîbûna Wezîrê derve yê sûriyê Dr. Feysel Mîqad di civîna birayên xwe yên endamên Komîteya Têkiliyên ereb de amade bû."

Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî pêşwaziya hevtayê xwe yê Sûriyê Feysel El-Miqdad kir ku ji bo beşdarîkirina di civîna Komîteya Têkiliyên Wezîrên Erebî de li Qahîreyê.

Balyoz Ebû Zeyid diyar kir ku wezîr Şukrî di hevdîtinê de tekezî li ser dilgiraniya Komîteya Erebî kir ku erkê jê re hatiye spartin temam bike, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ya dirêj û "destê alîkariyê bide gelê Sûriyê yê bira ji bo derbaskirina wê tengasiyê." û parastina yekîtî û yekparçeyiya xaka Sûriyê.”

Ebû Zeyid anî ziman ku di civînê de mijarên têkildarî civîna Komîteya Têkiliyên Erebî hatin gotûbêj kirin, ku "li gorî rola Komkara Welatên Ereb û welatên endam ji bo pêşxistina çalakiya hevpar û hevgirtina Ereban ji bo gihiştina lihevkirinê, dertbarê aloziya Sûriyê bi hemû aliyên xwe yên siyasî, aborî û mirovî. ve”

Wî bal kişande ser wê yekê ku wezîr Şukrî di hevdîtinê de daxwaza xwe ya ji bo serketina komîteyê ji bo bidestveanîna armancên xwestî yên vê civînê nîşan da.

Şukrî her wiha li ser pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê di astên curbicur de guh da şîreteke El-Miqdad.

Jêder: AFP/Alhurra

XS
SM
MD
LG