Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Sîyasetvanên Komarî yên Berê Dê Piştgirîya Joe Biden Bikin


Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell
Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell

Bi qasî 30 sîyasetvanên berê yên ji Partîya Komarî çend saetan berî kongreya wê partîyê ragihandin ku ewê piştgirîya berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bikin.

Kempeyna hilbijartinê ya Biden dîyar kir ku 27 endamên Kongresê yên Komarî yên berê jiber ‘’serneketin’’a Trump ji partîya xwe vekişîne.

Li ber e ku bi vekîşîna wan sîyasetvanan re kempeyneke neteweyî ya bi navê ‘’Komarîyên Piştgirîyê Didin Biden’’ destpê bike.

Ji Partîya Komarî sê senatorên berê jî dê piştgirîyê bidin Biden.

Senatorê berê yê Arizona Jeff Flake, Senatorê berê yê New Hampshire Gordon Humprey û Senatorê berê yê Virginia John Warner dîyar kirin ku ewê piştgrîyê bidin Joe Biden.

John Warner, ku piştî 30 salên li Civata Senatoran di sala 2009’an de xatir ji wir xwestibû, di meha Adarê de ser berbijarîya Trump gotibû ku ‘’qumar’’ e û dîyar kiribû ku ewê piştgrîya Biden bike.

Walîyê berê yê Ohio John Kasich, Walîya berê ya New Jerseyê Christine Todd Witman û Wezîrê Derve yê berê Colin Powell jî dîyar kirin ku ewê piştgirîyê bidin Biden.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden, berî axaftina xwe ya ser qebûlkirina berbijarîyê, dabû zanîn ku 70 payabilindên ku berê di rêvebirîyên Komarî de cîh girtine, bi nameyekê dîyar kirine ku ‘’Trump ne li gor rêberîyê ye’’ û ewê piştgirîya wî bikin.

XS
SM
MD
LG