10 senatorên Komarî bang li Serok Joe Biden kirin ku paketa alîkarî ya 1,9 trîlyon dolarî jinûve binirxîne.
Senatoran dîyar kirin ku bo lihevkirina ser paketê ew dixwazin hevdîtinekê çêkin û dan zanîn ku ger ew li hev bikin ku ewê paket ji her du partîyan jî piştgirîyê bistîne.
Mitt Romney, Susan Collins, Lisa Murkowski û 7 senatorên din yên Komarî bi nameyekê ji Biden re dîyar kirin ku ewê pêşnîyazên xwe yên ser paketê roja Duşemê ragihînin.
Hin Komarî dibêjin ku paketa alîkarîyê ya Biden pir zêde ye û hin ji wan jî didin zanîn ku divê li gor armancê paketek were derxistin.
Senatorên Komarî gotin ku wan di nameya xwe de cîh daye pêşnîyazên xwe û yên Biden.
Ew didin zanîn li gor plana wan divê bo vaksîn û testan budçe were veqetandin, piştgirî bo dibistanan û navendên nêrîna li zarokan were dayîn ku ew di paketa Biden jî hene.
Lê senatorên Komarî dibêjin ku planên wan yên bo firoşgehên biçûk û malbatan pirtir li gor armancan e.
Senator Bill Cassidy, ku yek ji wan 10 senatoran e, ji Fox Newsê re got ku paketa wan bi qasî 600 mîlyar dolarî ye û bo pêdîvîyên Amerîkîyan hatiye hazir kirin.
Hîn ne zelal e ku Biden dê bi wan senatoran re bicive yan ne.