Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî di Rûniştina Pêşî ya Ser Împîçkirina Trump de Sê Bernivîsên Demokratan Red Dikin


Komarîyên li Civata Senatoran, di rûniştina pêşî ya ser împîçkirina Serok Donald Trump de sê bernivîsên Demokratan red kirin.

Rûniştina pêşî, bi awayekî zelal nîşan da ku Komarî û Demokrat ser împîçkirina Trump ji hev cuda difikirin.

Serokê Kêmanîya Demokrat Chuck Schumer bi bernivîsekê dîyar kir ku divê ji Qesira Sipî ser lêpirsîna Ukrayna belge werin xwestin.

Ew daxwaz li hember 47 dengan bi 53 dengan hat redkirin ku hemî senatoran li ser nêrîna partîyên xwe deng dan.

Schumer, dîsa bi heman awayî dîyar kir ku divê ji Wezareta Derve qeyd û belge werin xwestin, lê ew daxwaz jî li hember 47 dengan bi 53 dengan hat redkirin.

Bernivîseke din ya ku dida zanîn ku divê ji Daîreya Budçe û Rêvebirîyê ya Qesira Sipî belge werin xwestin, 47 dengên ‘’erê’’ sû 53 dengên ‘’na’’ sitand.

Parêzerê Trump, Jay Sekulow dîyar kir ku tawanbarkirinên dijî Trump ‘’pûç’’ in û da zanîn ku piranîya delîlên Demokratan ‘’çêkirî’’ ne.

Ji alîyê din ve hêjayî balkişandiyê ye ku jiber darizandina bo împîçkirina Trump, li Civata Senatoran tedbîrên berfireh hatine sitandin.

Di Civata Giştî ya Senatoyê de senator jî di nav de ti kes nikare telefonên mobîl, cîhazên qeydê û kamerayan bixe hindur civatê.

XS
SM
MD
LG