Doza duyê ya împîçkirina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, ku bi teşwîqkirina serîrakirina dijî Kongresê tê tawanbar kirin, li Civata Senatoran bi tedbîrên fireh yên ewlekarîyê destpê kir.
Li civatê ser qanûnîbûn û neqanûnîbûna darizandina împîçkirinê ya serokekî ne li ser kar bi qasî 4 saetan nîqaş dom kir û piştre dengdan çêbû.
Civata Senatoran li hember 44 dengan bi 56 dengan biryar da ku doza împîçkirina Trump bidome.
Parêzerên Trump dîyar kiribûn ku dema seroktîya Trump bi dawî bûye û gotibûn ku jiber vê yekê darizandina wî dijî qanûnê ye.
6 senatoran Komarî bi dengên xwe dîyar kirin ku darizandina Trump li gor qanûna bingehîn e.
Senatorên Komarî yên darizandina Trump erê kirine Bill Cassidy, Susan Collins, Lisa Murkowski, Mitt Romney, Ben Sasse û Pat Toomey in.
Senatorê Louisiana Bill Cassidy berê piştgirî dabû pêşnîyaznameya Senatorê Komarî Randu Paul, ku wî dabû zanîn ku doza împîçkirinê dijî qanûna bingehîn e.
Bo Trump sûcdar be, divê li Civata Senatoran piranîya du ji sêyan hebe. Ger temamê 50 senatorên Demokrat ser sûcdarbûna Trump dengê xwe bidin jî bo ew sûcdar be divê bi kêmî ve 17 senatorên Komarî jî mîna Demokratan dengên xwe bidin.