Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya Partîya Komarî Destpê Kir


Kongreya Partîya Komarî roja Duşemê destpê kir. Delegeyên Partîya Komarî di roja yekê ya kongreyê de, Serok Donald Trump bi dengdanê bo dewreke din kirin berbijar.

Serok Trump û keça wê Ivanka Trump di saetên nîvro de derbazî Charlotte ya eyaleta Carolina Bakur bûn.

Trump piştî qebûlbûna berbijarîya wî ji delegeyan re axifî. Li ser slogana ‘’Çar salên din’’, Trump got ku ‘’Ger hûn dixwazin ku wan bi rastî hêrs bikin, bêjin 12 sal’’ Qanûnên Amerîkî dema serokan bi du dewran sînordar dikin.

Trump di axaftina xwe de Demokrat rexne kirin û careke din dîyar kir ku ew dijî dengdana bi rêka postayê ye.Wî da zanîn ku Demokrat dixwazin di hilbijartinên Mijdarê de bi rêka postayê dengan ‘’bidizin’’ û got ku di hilbijartina borî de dijî kempeyna wî ya hilbijartinê hewildanên sîxuriyê hebûne û Barack Obama û Joe Biden jî bi wan re bûne.

Beşeke kongreya Partîya Komarî dê li Charlotte li dar keve û rêberên sîyasî jî dê ji Washington û hîn cihên din axaftinan bikin.

Di roja yekê ya kongreyê de, Senatorê Carolina Başûr Tim Scott, ku li Civata Senatoran tekane Komarîyê reş e, Endamê Kongresê yê Lousiana Steve Scalise, Balyoza berê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nickki Haley û kurê Trump yê mezin Donald Trump Jr. dê biaxifin.

XS
SM
MD
LG