Li gorî komîta bilind ya hilbijartinan di rêveberiya xweser de, li hersê herêmên kurdî li bakurê Sûriye, navendên dengdanê hatin vekirin, di îro Îniyê de demjimêr 8:00 sibê bi dema kurdistanê ji bo hilbijartina kandîdên komînan.
Dengê Amerîka ev hilbijartin şopand û hevpeyvînek bi rojnamevan Ebdilselam Xoce re kir, da zaneyriyên zêdetir radestî me bike û rewşê ron û zelel bike.
Birêz Ebdilselam anî ziman, ku di herêma cezîrê de 2495 navnedên dengdanê hatin vekirin û 7720 kandîd hatine pijrandin bo hilbijarina komînan.
Herwiha jî birêz Ebdilselam di derbarî rewşa ewlehiyê de dibêje:" Rewş bi aramî derbas dibe, her navendek 2 endamên asyîşê çavdêriya wê dike."
Di dawiya hevpeyvîna xwe de birêz Ebdilselam got, ku ev gava pêwîst e bo avakirina bengehên demokratiyê li herêma kurdî û pêdevî bi danûstendiyên siyasî di nav partiyan de heye.