Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen ji Twitterê ragihand ku ketiye karantînê.
Ursula von der Leyen da zanîn ku wan Sêşema borî civînek çêkiriye û ew dûre dema hîn bûye ku di wê civînê de pêketîyekî vîrusa korona hebûye, biryar daye ku heta sibê Sêşemê di karantînê keve.
Wê got ku testa wê ya vîrusa korona ya roja Pêncşemê negatîf derketiye û ew dê îro Duşemê jinûve testekê bike.
Hêjayî balkişandinê ye ku li Ewrupa hejmarên rojane yên pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve bilind dibin.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îspanya hejmara pêketîyan nêzî 800 hezarî dibe û li Fransa 600, li Brîtanya 500 û li Almanya jî 300 hezar derbaz kiriye.