Komîteya Peywendîyên Derve ya Senato, berendamîya bo wezareta derve ya Serokê CIA'yê Mike Pompoe, dijî 9 deng bi 11 deng pejirand.
9 Demokratên Komîteya Peywendîya Derve berendamîya Pompeo red kirin û Demokratek jî tevlî dengdanê nebûn. 11 Komarî berendamîya Pompeo pejirandin.
Dengdana din ya bo berendamîya Pompeo dê li Senato li dar keve. Eger Senato jî berendamîya Pompeo bipejirîne, ew dikare roja Înê wek wezîrê derve beşdarî civîna NATO bibe.
Serokê Amerîka Donald Trump di 13’ê Adarê de Rex Tillerson ji wezîrtîya derve dûr xistibû û li şûna wî Mike Pompeo wek berendam raber kiribû