Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bernivîsa Ser Çêkirina Komîteya Bûyerên 6'ê Rêbendanê Dipejirîne


Civata Nûneran bernivîsa ser avakirina komîsyoneke bo bûyerên 6’ê Rêbendanê, ku wê rojê alîgirên Serokê berê Donald Trump êrîş biribûn ser Kongresê, pejirand.

Di dengdanê de li hember 190 nûneran 222’yan bo avakirina komîsyonê deng dan.

Ji Komarîyan bi tenê Liz Cheney û Adam Kinzinger bo avakirina komîsyonê ‘’erê’’ gotin.

Civata Senatoran di dengdana meha Gulanê de rê li ber avakirina komîsyoneke bo bûyerên 6’ê Rêbendanê girtibû.

Çaverê ye ku di komîsyona nû de 13 kes kar bikin.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dê 8 endamên komîsyonê rastexwe erkdar bike û 5 endamên jî piştî danûstandinên bi Rêberê Komarî Kevin McCarthy re eşkere bike.

Pelosi dikare ji erkdarkirinên xwe yekî bide Komarîyekî û bi vî awayî li ber e ku 7 endam Demokrat û 6 jî Komarî bin.

Rêberê Piranîya li Civata Nûneran Steny Hoyer di rûniştina ser bernivîsê de dîyar kir ku ew dixwaze ku Demokrat ser bûyerên 6’ê Rêbendanê lêkolînan bikin û bibînin ku ew bûyer çima qewimîne, kî berpirs e û bo careke din tiştekî wisa nebe divê ew çi bikin.

Adam Kinzinger yê Komarî, ku bi rexneyên xwe yên dijî Trump tê naskirin, dîyar kir ku ew hazir e ku beşdarî komîsyona vekolînê ya bi pêşengîya Demokratan bibe.

Kinzinger ji kanala Fox32 re got ku ew nikarin wek ku bûyerên 6’ê Rêbendanê neqewimîne tevbigerin û da zanîn ku pêwîstîya wan bi bersîvan heye.

Di êrîşên Kongresê de 7 kesan canên xwe ji dest dabûn ku ji wan 1 polîs bû û hin ji wan jî alîgirên Trump bûn.

XS
SM
MD
LG