Kompanîyeke bîyoteknolojî ya navenda wê li Amerîka ye ragihand ku ew di perpûna vîrusa korona de hatine qonaxa dawî.
Ew kompanîya bi navê Moderna da zanîn ku ewê di dawîya Tîrmehê de ser jimareke dilxwazan perpûnê biceribînin.
Moderna di ceribandina li ser însanan de kompanîya pêşî bû.
Wê kompanîyê li ser 45 dilxwazan çavdêrîya çêbûna antîkoran kir û dê li ser pirtir ji 30,000 dilxwazan perpûna vîrusa korona biceribîne.
Nîvê dilxwazan dê dermanên bêbandor bistînin û nîvê din jî dê perpûnê bistînin.
Kompanî dê bi qasî du salan çavdêrîya dilxwazan bike û bi awayî ser perpûnê encamekê bi dest xe.
Li ber e ku ew xebat heta 2022’yan bidome û kompanî zûtir encamekê ragihîne.