Kompanîyên xwarin vexwarinê yên Amerîkî firotanên xwe yên li Rûsya radiwestînin.
McDonald’s, Pepsico, Coca-Cola û Starbucks dan zanîn ku ewê jiber şerê li Ukrayna, dawî li kiryarên xwe yên li Rûsya bînin.
Ji wan kompanîyan, McDonald’s 846 restoranên xwe yên li Rûsya girtin, lê dîyar kir ku ewê mûçeyên 62,000 xebatkarên xwe bide.
Starbucksê jî bi awayekî demkî bi sedan molên xwe girtin.
Pepsico û Coca-Cola jî ketin nav wan kompanîyan ku karên xwe yên li Rûsya radiwestînin.
Shellê jî roja Sêşemê dîyar kiribû ku ewê ji Rûsya kirîna neftê rawestîne û dabû zanîn ku ewê hemî peywendîyên xwe yên bi wî welatî re qut bike.