Li bajarê Duhok konferansê zanistî ya çaran ya navdewletî li ser cografiyayê li Zanîngeha Duhok hat encamdan.
Di vê konferansê de, hejmarek ji pisporên Erdnîgarî(Cografî û Ciyolojî)yê li ser astê Îraqê û herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Di konferansê de danûstandin li ser aliyên giring yên mijarî weke pilandanan û bi rêvebirina dahatan bi nêrînek cografî hatin encam dan, herwiha hemdem û çawanîya sûd wergirtin ji jêderên avê bi taybet ji ava herdû rûbarên Dicle û Firatê yên ku di herêma Kurdistanê û Îraqê re derbaz dibin.
Pisporan dan zanîn ku heta niha sûdek weha ji ava van her du çeman nayê wergirtin, çi bo avdean û çandinê be yan jî bo ava vexwarinê.
Dr. Azad Muhemed Emîn Neqşebendî bo Dengê Amerîka behsa çawanîya sûd wergirtinê ji jêderên avê kir û got, "pilanêkî stiratîjî danîn bo ewey sûd le hemû serçawekanî aw wergirîn, her hemû ew befr û baraney debarêt awî ser zewî û awî jêr zemîn."
Piranîya lêkoleran di panêlên xwe de amaje bi wê yekê dan ku ne desthilata Îraqê û ne jî ya Herêma Kurdistanê heta niha nikarîne bi şêweke baş giringiyê bi çavkaniyên avê bidin û sûdê jê werbigrin.
Lêkoleran bal kişand ser xala neçêkirina bendavan û embarkirina avên befr û barana û sûd wergirtin ji van bendavan çi bo geştiyarî yan jî çandinê be.
Dr. Bêwar Xinisî bo Dengê Amerîka axift û behsa wan bendavan kir yên ku biryar li ser hatî dan ku avabikin li herêma Kurdistanê û got, "yek ji karên serekî yên kabîna 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê giringîdan bi kertê avê jiber ku li Îraqê û herêma Kurdistanê astekê wesa nîne ku bibîte xwedî rêvebirineka baş, lewra gelek kêşe peydabûne".
Di berdewamîya axftina xwe de, Xinisî got, biryara çêkirina 9 bendavên mezin hatîye dan ji layê hikûmeta herêma Kurdistanê, 3 li Silêmanîyê 3 li Hewlêrê 3 li Duhok.
Hêjayî gotinê ye ku ev konferanse dê bo mawê 2 rojan berdewam bibe û pêşnîyazên konfiransê dê bo herdû hikûmetên Îraqî û herêma Kurdistanê hêne şandin da ku, kar li ser bikin û hişkatî nebîte gef li seranserî Îraqê.