Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferanseke Taybet li Washington Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye


Konferanseke Taybet li Washington Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye
Konferanseke Taybet li Washington Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye

Li Washingtona paytaxt konferanseke bi navê “Nêzîkbûna Nû ya Tirkîyê jibo Pirsa Kurdî” hate lidar xistin. Konferans ji alîyê Enstîtuya Qafqasya û Asyaya Navîn, bi rêvebirîya Dr. Svate E. Cornell û bi peyîvdarîya Dr. Henry J. Barkey û Dr. Halîl M. Karavelî hate kirin.

Konferans bi axaftina Halîl Karavelî destpê kir ku Swêdê hatibû. Karavelî vê dawîyê pirtpûkeke nû ya bi navê Rêvekirina Pirsa Kurdî li Tirkîye nivîsî. Dr. Karavelî axaftina xwe de got, rêvekirina pirsa Kurdî xwedîyê wateyeke pir girîng e û divê hikûmet bi wêrekî dawîya vê sîyasetê bîne:

Tirkîye, ji înkar kirina Kurdan geheştê vê qonaxê ku êdî pênasînê bi hebûna Kurdan dike û li şûna qedexe kirina zimanê Kurdî, êdî kanaleke fermî ya bi heman zimanê Kurdî vekir. Bêguman ew hemî bi sipasîya şerê çekdarî ya Kurdan çebû.

Halîl Karavelî bal kişand ser wê yekê ku pêşwazî kirina endamên PKKê li Xaburê zirareke mezin gîhande prosesa rêvekirina Kurdî û rexne li sîyasetvanên Kurd girt. Karavelî anî ziman ku piştî wê pêşwazîya girseyî reaksîyon û nerazîbûneke mezin li nv civata tirk çêbû û ji wê demê heta niha pêvcajoya rêvekirina li ber pirsa Kurdî cemidî ye.

Vegera mîlîtanên PKKê rewşa sîyasî ya heyî li dijî hikûmetê zivirand û bûye gefeke mezin li dijî wê. Ew wekî wekî qehramanan hatine pêşwazî kirin û pîrozbahîya Kurdan ya li başûra rojhilat,destê nîjadperestên tirk xûrt kir û hêza hikûmetê jî şikand.

Halîl Karavelî dibêje, cîn êdî ji şûşê derketîye û paşve çûyîna wî jî tune ye û divê hikûmet pirsa Kurdî çareser bike. Karavelî dibêje, encamên referandumê nîşan da ku tirsa hikûmetê jî nîjadprestên tirk ne hewce ye, jiber ku ji bajarên ku wekî piştgirên Partîya Tevgera Neteperwer (MHP) tê nasîn bi rêjeyeke bilind deng wergirtîye.

Dû re, Dr. Henry Barkey, ku li Amerîka wekî pisporê pirsa Kurdî tê nasîn, mafê axaftinê wergirt. Dr. Berkey di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku kes nizane rêvekirina Kurdî çi ye, jiber ku heta niha ti rave kirina wê bi zelalî nehatiye kirin. Dr. Berkey got, ev pêngaveke nû ye û cîyê pesnê ye ku hikûmet hewilek wusa dide.

Dr, Berkey got, wî ligel gelek sîyasetvanê Kurdî axiîye û hem parlementerên AKPê, hem rewşenbîrên serbixwe û hem jî BDP û PKKê heman tiştan dixwazin.

Kurd çend daxwazên serekî hene. A yekê, guherîna qanûna bingehîn e. Ew gelek girîng e, çimkî qanûna bingehîn ya heyî Tirkîyê dike welatekî yek netew. Kurd dixwazin ew yek biguhere û hebûna wan jî bête misoger kirin. Ya duyê, di warê ziman û çanda Kurdî û her wiha, weşan û perwerdaya bi Kurdî azadîyên tijî û dagirtî ji dewletê dixwazin. Ya sêyê jî ew e ku, Kurd nemana sîsteme navendî xûrt ya dixwazin, da ku rêvebirên herêmî bi hêztir bin.

Dr. Henry Berkey lêzêde dike û dibêje, problema mezin ev e ku civata Tirkîyê perçe perçe ye. Civata Tirkîyê di wateya gerdûnî de bawerîya azadîyê nake û her kes ji xwe re demokrasî û azadî dixwaze. Îslamîyên wî welatî ku AKP nûnertîya wan dike dixwazin ku azadîya wan hebe û qîz û jin bikanibin rûber û dersokên xwe bi azadî bikar înin, lê bi xwe jî piştgirî nadine daxwazên Kurdan.

Henry Barkey jî wekî Halîl Karavelî got, divê Tirkîye bêyî ku waxt hinda bike pirsa Kurdî çareser bike.

Di dawîya axaftinan de mevan pirsên xwe raberî peyîvdaran kirin. Bo bersîva pirsa Pişka Kurdî ya li ser pêngavên berbiçav yên rêvekirina Kurdî, Dr. Henry Berkey bang li hikûmetê kir û got, divê Serokwezîr Erdogan li benda hilbijatinan nemîne ku pêngavan bavêje jiber ku hîn 8 meh hene. Divê hikûmet hîn pênavgava bavêje ku hêvî bide Kurdan û hevîyên wan yên heyî jî bivejîne.

Heku naxwazî tund û tûjî jinûve destpê bike, tiştek heye ku dikanî bikî: ew jî derfeteke nû ye jibo bi hezaran kesên kesên girtî, ku bi adilanê nehatine dad kirin.

Endamên medya, pisporên kar û barên Kurdî û Tirkîye, nûnerên hikûmeta Amerîkî jî di kombûnê de amade bûn. Konferans piştî pirsên mevana û bersîvan peyîvdaran bi dawî bû.

Jibo guhdarî kirina vê raportê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’ a jêrîn klîk bikin.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG