Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bang li Myanmarê Dike ku Rojnamevanên Reutersê Berde


Civata Nûneran ya Amerîkî îro hema bi tevdengî bang li hikûmeta Myanmarî kir ku du rojnamevanên Reutersê yên girtî Wa Lone û Kyaw Soe Oo berde, ku sala borî hatibûn zindan kirin.

Civata Nûneran bi 394 beramber 1 dengan pêşnîyara banga azadkirina Wa Lone yê 32 salî û Kyaw Soe Oo yê 28 salî qebûl kir ku dadgeha Myanmarî di Îlona borî de heft cezayê zindanê li wan birîbû.

Tevî ku biryara Civata Kongresê ne pêbend e, mesajeke zelal dişîne hikûmeta Myanmarî û Serokê Amerîka Donald Trump ku endamên Kongresê azadkirina her du rojknamevanan dixwazin.

XS
SM
MD
LG