Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Kongresê Danûstandinên Ser Paketa Alîkarîyê ya Vîrusa Korona Didomînin


Chuck Schumer û Nancy Pelosi
Chuck Schumer û Nancy Pelosi

Rêberên Kongresa Amerîkî piştî civîna ser budceya hikûmetê û paketa alîkarîyê ya vîrusa korona erênî axifîn.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, Serokê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Chuck Schumer, Serokê Komarîyên li Civata Nûneran Kevin McCarthy kom bûn.

Wezîrê Darayî Steven Mnuchin jî bi rêka telefonê beşdarî civînê bû.

McCarthy piştî civînê dîyar kir ku ew xebatên xwe didomînin û got ku ‘’Li gor min hêvî heye.’’

Schumer jî got ku ‘’Ez dikarim bêjim civîneke baş bû, ewqas.’’

Rêberên Kongresê piştî civîna bi qasî saetekê dom kir biryar dan ku roja Çarşemê ber bi êvarê jinûve kom bibin.

McConnell da zanîn ku ew dixwazin ku di demeke kin de lihevkirina ser budçe û paketê çêbe û dîyar kir ku heta ku lihevkirin çênebe ewê civînan bi dawî nekin.

Seroka Civata Nûneran Pelosi berî civînê bi Wezîrê Darayî Mnuchin re hevdîtineke ji saetekê dirêjtir çêkir.

Pelosi û Mnuchin bo lihevkirina ser paketa vîrusa korona di mehên borî de jimareke caran kom bûn.

Rêberên Kongresê hewil didin ku bernivîsa 1,4 mîlyar dolarî ya ser xerckirina hikûmetê çêkin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê do Sêşemê ragihandibû ku beşeke mezin ya bernivîsê hazir e lê endamên Kongresê hewil didin ku ser paketa alîkarîyê ya vîrusa korona li hev bikin.

Pelosi berî civîna dawî dîyar kiribû ku ew bo danûstandinan pêşde bibin dicivin û gotibû ku ‘’Divê em li hev bikin û ez hêvî dikim ku bê ku em hikûmetê bigirin vê lihevkirinê bikin.’’

Kongresê di demên pêşî yên salê de paketeke alîkarî ya 3 trîlyon dolarî pejirandibû. Herî dawî endamên Kongresê ser bernivîseke 908 mîlyar dolarî pêşde çûbûn.

Serokê hilbijartî Joe Biden dixwaze ku Kongres berî ew di 20’ê Çileyê dest bi kar bike ser paketa alîkarîyê ya vîrusa korona li hev bike.

Biden dibêje ku ger ew paket were pejirandin jî ewê piştî 20’ê Çileyê paketeke din bînin rojeva Kongresê.

XS
SM
MD
LG