Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî ya Nû Sond Xwar û Dest bi Kar Kir


Endamên Kongresa Amerîkî yên di meha Mijdarê hatibûn hilbijartin, sond xwarin û dest bi karên xwe kirin. Kongresa Amerîkî bi vî awayî cara 117’an dest bi kar kir.

Bo merasîma sondê ya li Civata Senatoran, Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence seroktî kir.

Hîn ne zelal e ku ewê li Civata Senatoran kontrol di destê kîjan partîyê de be ku encamên hilbijartina li Georgia, ku sibê Sêşemê li dar dikeve, dê piranîya li civatê raber bike.

Li Civata Nûneran, Demokratan bi ferqeke biçûk kontrol di destê xwe de girtin.

Piştî hilbijartinên Mijdarê, di dewra nû ya Civata Nûneran de 222 Demokrat û 212 Komarî kar dikin.
Jiber ku li her du civatan jî ferqa di navbera her du partîyan de hindik e dibe ku nermrêyên wan di dîyarkirina encaman de roleke girîng bilîzîn.

Demokratên li Civata Nûneran di dengdana bernivîsan de dibe ku li gor dewrên berê bi pirtir dijwarîyan re rûbirû bimînin.

Nancy Pelosi ya Demokrat bi 216 dengan li hember Kevin McCarthy yê Komarî yê 209 deng sitandin bi ser ket û careke din bo seroktîya Civata Nûneran hat hilbijartin.

XS
SM
MD
LG