Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresê bo Toleyên Dijî Rûsya li Hev Kir


Vladimir Putin û Donald Trump li Hilcivîna G20
Vladimir Putin û Donald Trump li Hilcivîna G20

Komarî û Demokratên Amerîka, ser ragihandina toleyên nû bo Rûsya, ku tê îdia kirin ku tilîya wê di encama hilbijartina seroktîyê ya 2016'an de heye, li hev kir.

Li gor bernivîsa nû, desthilata Serok Donald Trump ya bo rakirina toleyên dijî Rûsya, tê sînordar kirin.

Pispor dibêjin ku biryara Kongresê nîşan dide ku ewê bê ku li fikrên Trump binêre, li dijî Moskowê toleyên tund ragihîne.

Serokê Amerîkî dikare bernivîsê veto bike, lê pispor dîyar dikin ku ewê gumanên ser Trump zêde bike ku ew wek alîgirê Kremlînê tê zanîn.

Bernivîsa ku di senato re derbaz bû, dê sibê Sêşemê bo dengdanê li Civata Nûneran be.

Di bernivîsê de, tevî toleyên bo maytekirina Rûsya ya di hilbijartina 2016'an de, toleyên seba dagirkirina Qirimê ya di 2014'an de jî hene.

Amerîka, jiber dagirkirina Qirimê, dijî hin sazî û hemwelatîyên Rûs tole ragihandibû. Di Berfanbara 2016'an de jî, jiber maytekirina Rûsya ya di hilbijartinê de, 35 dîplomatên Rûs ji Amerîka hatibûn derxistin û du avahîyên Rûsan yên li Amerîka haribûn girtin.

Moskow avahîyên Rûsan bi şûnde dixwaze, lê piştî lihevkirina Kongresê bo toleyên dijî Rûsya, Trump bê ku Kongres erê bike, nikare bi hêsanî avahîyan bide.

Dema kempeyna hilbijartinê, Trump dîyar kiribû ku dibe ku ew Qirimê wek beşeke Rûsya bibîne û dabû zanîn ku ewê toleyên li dijî wî welatî rake.

XS
SM
MD
LG