Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresê bo Îfadeya Ser Vekolîna Rûsya, Flynn û Parêzerê Trump Vexwendin


Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran ya Amerîka jibo vekolîna ser maytekirina Rûsya îfade bidin, parêzerê Serokê Amerîka Donald Trump, Michael Cohen û şêwirmendê kevn yê ewlekarîya neteweyî Michael Flynn kir vexwendin.

Serokên komîteyê, Mike Conaway yê Komarî û Adam Schiff yê Demokrat di daxuyanîya hevpar de dîyar kirin ku wan jibo îfadeyên bang li çend kesên din jî kiriye ku ewê belgeyên xwe yên şexsî û bazirganî jî nîşanî komîteyê bidin.

Komîte, îdiayên ser mudaxelaya Rûsya ya di hilbijartinên seroktîya Amerîka de vedikole. Ji xencî Kongresê, Wezareta Berevanîyê û Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) jî hin vekolînan didomîne.

Trump ser van îdîayan dibêje ku ‘’nûçeyên sexte’’ ne.

Kongresê berî niha jibo îfadeyê şêwirmendên kevn yên Trump, Roger Stone, Paul Manafort û Carter Page jî vexwendibûn.

Tê zanîn ku FBI jî ser zava û şêwirmendê Trump, Jared Kushner lêpirsînekê dike. Hin nûçeyên di medya Amerîkî de îdia dikin ku Kushner ji karbidestên Rûs re çêkirina rêyeke veşartî ya peywendîyê pêşnîyaz kiriye.

XS
SM
MD
LG