Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê: Hewildana Darbeyeke Nû Hat Asteng Kirin


Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê ragihand ku rê li ber hewildaneke darbeyê ya nû girtiye.

AFP û Reutersê ji zarê Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê da zanîn ku 12 fermandar û 4 leşker hatine desteser kirin.

Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê eşkere nekir ku hewildana darbeyê kengî pêk hatiye.

Serokê berê yê Sudanê Omer El Beşîr, piştî hikûmranîya 30 salan ji desthilatê hatibû gêr kirin û artêşê di meha Nîsanê de dest danîbû ser rêvebirîyê.

Ji meha Nîsanê vir ve, pirtirê 100 kes di protestoyan de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG