Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxandinek li Dor Êrîşên Ser Kurdan li Tirkiyê Û Helwesta Rayedarên Dewletê


Êrîşa Polîsan li dij xwepêşanderan li Diyarbekir-Amedê
Êrîşa Polîsan li dij xwepêşanderan li Diyarbekir-Amedê

Roja înê heft endamên malbatek Kurd li bajarê Konyayê di êrîşek çedarî de hatin kuıştin. Yaşar û îpek Dedeoglu digel du keç û sê kurên xwe li hewşa mala xwe bi destê birayê cînarê xwe, Mehmet Altun hatin qetilkirin.

Du meh berê jî malbata cîran bi grubek nîjadperest re êrîşê ser malabata Kurd kiribûn, heft kesên ku hatin kuştin, di wê êrîşê de birîndar bibûn.

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê û şîrovekarê Sîyasî Vahap Coşkun destnîşan kir yekemin sedema êrîşên ser Kurdan sîyaseta netewperwer ya devlete ye.

''Dema êrîşek dibe bi daxuyaniyên fermî pêşîya nîqaşan digrin da ku bi zelalî ev mesele nayê niqaşkirin û eşkerekirin. Helwesta burokratan û bêcezamayîna êrîşkaran, herwiha ziman û helwesta medyayê jî sedemên sereke yên van êrîşan e.''Roşa şemiyê malbata Dedeoglu li bajarê Konyayê hatin binaxkirin. Ji AKP weke kadirê bilind Numan Kurtulmuş beşdar bû. Serokomar û Wezîrê Karên Navxwe bi telefonê sersaxî dan xizmên qurbanîyan.

Vahap Coşkun
Vahap Coşkun

''Rayedar dibêjin sedem hisumeta nav du malabatan e, welew wusa be jî divîya ku wezîrê navxwe û berdevkê ragihandina serokomariyê jî biçûna sersaxiya malbatê da ku bi sekna xwe peyamek xurt bidana raya giştî'' got Coşkun.

Şîrovekarê sîyasî destnîşan kir ku partî û sîyaseta Kurdan hay ji provakasyonan hebe û îdia kir tê xwestin Kurdan derxin meydanê da ku provaksayonên mezintir rûdin.

Roja şemiyê li Wan û Amedê protestoya kuştina malbata Kurd de polêsan êrîş kir û gelek kes hatin desteserkirin, parlamenter Remziye Tosun rastê tundiya polêsan hat.

''Jibo seknandina êrîşan hun tedbiran nagrin lê hun nahêlin ku ev kuştin werin protestokirin jî û êrîş dikin, ev helwest nayê qebûlkirin.''

Vahap Coşkun dibêje armanca van 3erîşan ewe ku kurdan derxin meydanan û divê siyaseta kurd hay ji van plananên li ser pravaksyonan hebe

Vahap coşkun êrîşa polêsan ya li hember xwepeiandarên ku kulştina 7 kurdan protetto dikirn jî rexne kir û got ev nayê qebulkirin.

Raporta Diyarbekir-Amedê 01 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:01 0:00

XS
SM
MD
LG