Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Xwendekarê Zanîngehê yê Amerîkî Berda


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro ragihand ku Koreya Bakur xwendekarekî zanîngehê yê Amerîkî serbest kir ku jiber dizîna postereke propaganda 15 sal cezayê zindanê li wî hatibû birîn.

Tillerson di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku Otto Warmbier yê 22 salî ji girtîgehê hate berdan û niha di rê de ye ku bigiheje Amerîka.

Rojnameya Washington Post jî ragihand ku Warnbier jiber sedemên saxlemi, dema di koma de bû ko Koreya Bakur hate berdan.

Daxuyanîya azadkirina Warmbier di vê demê de hat ku stêrkê basketbolê Dennis Rodman îro çû Koreya Bakur. Wî got ku ew bi hêvî ye serdana wî derîyeke nû di navbera Serokê Amerîkî Donald Trump û rêberên Pyongyangê veke.

Rodman hevalê rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un e û berê jî 2013’an de çûbû Koreya Bakur û maçeke basketbolê li wî organize kiribû.

XS
SM
MD
LG