Du nûnerên taybet yên Koreya Başûrî tên Amerîka ku derbarê hevdîtinên xwe yên bi rêberê Koreya Bakurî, Kim Jong Un re, agahî bidin karbidestên rêvebirîya Trump.
Serokê Ofîsa Ewlekarîya Netewî, Chung Eui-yong û serokê Sazîya Îstixbarata Netewî, Suh Hoon îro Pêncşemê ji Seulê bi rê ketin.
Chung û Suh, li ber e derheqa hurgilîyên hevdîtina xwe ya vê heftê ya bi Kim re, agahî bidin Wezîrê Derve tê Amerîka Rex Tillerson û Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî H.R. McMaster.
Li gor Chung Eui-yong, rêberê Koreya Bakurî, bi awayê neçaverêkirî pêşnîyara cemidandina ceribandinên navokî û balîstîk kiriye, bi şerta ku ewlekarîya welatê wî were garantî kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku her du Kore biryar dane ku di dawîya meha Nîsanê de, li gundê Panmunjomya ser tixub, hilcivîneke girîng pêk bînin.