Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Koreya Bakur Bernivîsekê Pêşkeşî Civata Ewlekarî ya NY'ê Dike


Balyozên Rûsya, Çîn û Amerîka li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî
Balyozên Rûsya, Çîn û Amerîka li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dê dijî Koreya Bakur toleyên nû ragihîne.

Civata Ewlekarî, piştî ceribandina muşekî ya dawî ya Koreya Bakur, roja Duşemê demûdest kom bûbû û derbarê toleyên nû hevdîtin kiribû.

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley dîyar kiribû ku êdî sebra wan nemaye û gotibû ku ewê bo toleyên dijî Koreya Bakur bernivîsekê bînin Civata Ewlekarî.

Reuters’ê ragihand ku bernivîsa ku dê roja Duşemê li Civata Ewlekarî were axaftin, bi dest xistîye.

Ger bernivîs ji alîyê civatê ve were pejirandin, dê dijî Koreya Bakur ambargoyeke berfireh were ragihandin.

Li gor bernivîsê, dê bi biryara Civata Ewlekarî ya NY hemî hebûna hikûmeta Koreya Bakur û serokê wê Kim Jong Un werin cemidandin.

Mûçeyên 100,00 karkerên Koreya Bakur, ku li derveyî welêt dixebitin, dê werin cemidandin.

Hebûna sazîya neteweyî ya firînê ya Koreya Bakur, Air Koryo, ku li Pekîna Çînê û Vladivostok ya Rûsya navendên wê heye, ewê were cemidandin.

Bo bernivîsa ku welatekî endam tîne Civata Ewlekarî were pejirandin, divê 15 endam 9 bipejirînin û endamên daîmî Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çîn jî veto nekin.

Civata Ewlekarî dê roja Duşemê bi rojeva Koreya Bakur jinûve kom bibe. Hîn nayê zanîn ku ewê Rûsya û Çîn bo bernivîsa Amerîka çi bibêjin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, piştî ceribandina muşekî ya dawî ya Koreya Bakur dîyar kiribû ku ew bi kêşeyeke pir mezin re rû bi rû mane.

XS
SM
MD
LG