Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur: Em bo Hevdîtinê Amade Ne


Koreya Bakur, piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku hilcivîna bi serokê wî welatî Kim Jong Un re betal kiriye, dîyar kir ku ew ‘’bi her awayî û bi her şiklî’’ bo hevdîtinê amade ne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Kim Kye Gwan da zanîn ew ‘’pir li ber biryara Trummp ketine’’

Trump dabû zanîn ku wî hilcivîn jiber ‘’dijminîya eşkere’’ ya Koreya Bakur betal kiriye.

Hûgilîyên hilcivîna dê di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê li dar kete hîn ne zelal bûn, lê li ber bû li Nîvgirava Kore çekên navokî werin pûç kirin û girjîya li herêmê dakeve.

Çend demjimêr berî ku Trump biryara betalbûna hilcivînê ragihîne, Koreya Bakur dabû zanîn ku navenda ceribandina çekên navokî hilweşandine.

Trump biryara betalkirina hilcivînê bi nameyeke bo Kim Jong Un ragihandibû.

XS
SM
MD
LG