Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Ceribandina Muşekan Didomîne


Koreya Bakur piştî bidawîkirina danûstandinên bi Koreya Başûr re jinûve muşek ceribandin.

Artêşa Koreya Başûr ragihand ku "du tiştên nedîyar" bi demjimêra herêmî di 08:00 de hatine firandin, 30 kîlometre bilind bûne û 230 kîlometre rê çûne.

Koreya Bakur di mehekê de 6 caran muşek ceribandin.

Pyongyang hefteya borî tetbîqata Amerîka û Koreya Başûr rexne kiribû û dabû zanîn ku ew hazirîya şer e.

XS
SM
MD
LG