Koreya Bakur îro Pêncşemê cara yekê belavbûna girse ya nexweşîya COVID-19 pejirand û li seren sere welêt girtineke tevahî ya karantînayê hat ragihand.
Ajansa fermî ya dewletê ragihand ku bûyerên pêşîn yên vîrusa varyanta omicron ya korona 4 roj berê li paytext Pyongyangê hatine tomar kirin, lê ajansê hejmara pêketinan eşkere nekir.
Ajansa dewletê herwiha da zanîn ku serokê welêt Kim Jong-un îro rewşa awarte ya neteweyî dîyar kiriye û soz daye ku wê dawî li belavbûna COVID-19 bîne.
Li gor pîvanên rewşa awarte, bo pêşîgirtina belavbûna vîrusê wê girtinên herêmî û qedexeyên wek kombûna li cihên kar werin xebitandin.
Kim bang li civîneke polîtburoya Partîya Komunîst ya desthilatdar kir ku girtineke tam ya bajar û bajarokan pêk were.
Wî hevdem bang li karmendên saxlemîyê kir ku hewildanên paqijkirinê li cîhên kar û malan zêde bikin û alavên bijîşkî yên di nava gel de belav bikin.
Hikûmeta Koreya Bakur heya niha ti bûyereke COVID-19 ranegihandîye û îda dike ku qet pêketin nehatiye tespît kirin, lê çavder bawer dikin ku vîrus ji demek dirêj ve li wî welatî heye.
Şîroveyan bibîne
Already have an account? Log in
Not a registered user? Navê xwe binivîse
Pirtir şîrove bar dike