Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Ser Malwêranîya Halloweenê Soza Lêpirsînê Dide


Mirov bo dîyarkirina xemgînîya xwe, gul, vexwarin û mûm datînin ser goreke piçûk ya çêkirî ya li ber rawestgeha metroya Itaewon, ku çend gav dûrî qada bûyerê ye, 31 Cotmeh,2022.
Mirov bo dîyarkirina xemgînîya xwe, gul, vexwarin û mûm datînin ser goreke piçûk ya çêkirî ya li ber rawestgeha metroya Itaewon, ku çend gav dûrî qada bûyerê ye, 31 Cotmeh,2022.

Serokwezîrê Koreya Başûr Han Duck-soo îro Duşemê soz da ku li ser malwêranîya Halloween anku Cejna Pîrhevokan (Cejna Cazîyan) ya dawîya hefteyê lêpirsîneke berfireh bike, ku zêdetirî 150 kes miribûn, gelekên din jî birîndar bûbûn.

Karbidestan ragihand ku hejmara kuştîyan giheşt 154 kesan û jimara birîndaran jî wek 149 e û rewşa 33 kesan giran e.

Li gor ragihandina karbidestan, herî kêm 26 welatîyên ji 14 welatên cuda di nav mirîyan de ne.

Bi deh hezaran beşdarên pîrozbahîyên halloweenê roja Şemîyê li kolan û kuçeyên teng yên navçeya navdar Itaewon ya Seulê kom bûn, ku di sê salan dawî de ahenga yekê ya bê sînordarkirênên pandemîya COVID bû.

Li gor ragihandina şahidan û vîdyoyên ser medya civakî, dema ku qelebalixe mezin dikevin kuçeyeke teng û zirav ya şênîbar, alozî derdikeve û mirov hevdu dipelçîqînin.

Gelek ji mirovên ku mirine di temenê bîst salî de bûn û cil û bergên taybet yên halloweenê li xwe kiribûn.

Mirovan îro sibeha Duşemê bo dîyarkirina xemgînîya xwe û bîranîna kesên jiyanên xwe ji dest dane, gul, vexwarin û mûm danîn ser gorgeke piçûk ya çêkirî ya li ber rawestgeha metroya Itaewon, ku çend gav dûrî qada bûyerê ye.

XS
SM
MD
LG