Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanê Trump: Koreya Bakur Berpirsa Êrîşa WannaCry’ê Ye


Tom Bossert
Tom Bossert

Amerîka ragihand ku berpirsê WannCry’ê, ku êrîşeke înternetî ye û li 150 welat 300,000 komputer ji wê zarar dîtibû, Koreya Bakur e.

Jiber WannaCry’ê, li seranserê cîhanê, nexweşxane, sazî û bankayan bi milyar dolaran zarar kiribû.

Thomas Bosert, Şîretvanê Serokê Amerîka Donald Trump, di nivîsa xwe ya li Wall Street Journel de dîyar kir ku berpirsê êrîşê Koreya Bakur e.

Bi vê nivîsa Bossert, Amerîka cara yekê ye ku jiber WannaCry’ê Koreya Bakur tawanbar dike.

Bossert da zanîn ku ew îdiayên dispêre jêderên ewle û li gor Brîtanya û Microsoftê jî berpirsê WannaCry’ê Koreya Bakur e.

Di meha Gulanê de komputerên lê Windows barkirî bi êrîşa înternetî hatibûn girtin û şîfre ketibûnê. Bo jinûve barkirina daneyan di navbera 300,000 – 600,000 fîdye hatibû xwestin.

XS
SM
MD
LG