Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr: Kim Sê Karbidestên Payabilind ji Kar Dûr Dixîne


Ajansa nûçeyan ya Koreya Başûr, Yonhap ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Koreya Bakur Pak Yong Sik, Sererkan Ri Myong û Rêveberi Siyasî yê Artêşê Kim Jong Gak ji kar hatine dûr xistin.

Berdevkekî Wezîrê Berevanî yê Koreya Bakur li Seulê ragihand ku ew Koreya Bakur ji nêz ve dişopînin.

Yonhap’ê da zanîn ku wan agahîya derxistina hin karbidestên leşkerî ji jêderên îstixbaratê sitandine.

Karbidestekî Amerîkî ku nexwest navê wî eşkere bibe, nûçeya Yonhap’ê piştrast kir û îdia kir ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, karbidestên leşkerî jiber ramanên cûda yên bo peywendîyên bi Amerîka re ji erkên wan dûr xistine.

Li ber e ku Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê bicivin.

XS
SM
MD
LG