Koreya Bakur bi awayekî fermî ragihand ku muşek ceribandine û dîyar kir ku ew bo Koreya Başûr hişyarîyek e.
Pyongyangê da zanîn ku ew dijî hîndarîyên leşkerî yên li herêmê yên Amerîka û Koreya Başûr in.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kir ku Koreya Başûr bo aştîyê destê xwe dide, lê ji alîyê din ve jî çekên ultramodern tîne û diceribîne.
Koreya Başûr ser ceribandina dawî ya Koreya Bakur dabû zanîn ku ew ketine fikarên kûr.
Pisporên sîyasetê didin zanîn ku bi ceribandina dawî ya Koreya Bakur re bo danûstandina Amerîka û Koreya Bakur jinûve metirsî çêbûye.
Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un herî dawî di navbera her du Koreyan de hevdu dîtibûn.