Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Muşekên Nû Diceribîne


Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur du muşekên cûda firandine.

Bi vî awayî, Koreya Bakur di vê mehê de cara pêncan çekên leşkerî ceribandin.

Ajansên navneteweyî didin zanîn ku karbidestên îstixbaratê yên Koreya Başûr û Amerîka ser ceribandinan muşekan lêkolînan dikin.

Koreya Bakur di demên dawî de ceribandina muşekan bi awayekî balê bikişîne zêde kirine.

Pisporên leşkerî dîyar dibêjin ku Koreya Bakur dibe ku bi taybetî piştî olîmpîyatên li Çînê, ku dê di 4’ê Sibatê de destpê bike, zêdetir muşekan biceribîne.

Medya dewletê ya Koreya Bakur bi piranî rojek piştî ceribandina muşekan agahîyan belav dike ku ser ceribandina dawî hîn tiştek ranegihandiye.

XS
SM
MD
LG