Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Koreya Bakur Bernameya Çekên Navokî Pêşde Dibe


KCNA, ku ajansa fermî ya Koreya Bakur e, ragihand ku du muşekên ku Pyongyangê roja Pêncşemê firandine, bi taktîkên nû yên pêşketî hatine çêkirin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Koreya Bakur ji salekê vir ve cara pêşî muşeke balîstîk ceribandiye.

Reutersê bi bîr xist ku Amerîka û Koreya Bakur hevîtinên navokî rawestandine û bal kişand ku ew muşekên balîstîk raber dikin ku Pyongyangê bernameya xwe ya navokî pêşde biriye.

Koreya Bakur roja Pêncşemê du muşek firandibûn ava nêzî Japonya.

KCNA dîyar kir ku her du çek li nîşaneke 600 kîlometre dûr ketine.

Wê ajansê ji zarê karbidestên Pyongyangê da zanîn ku bi pêşdebirina sîstemê hêza leşkerî ya Koreya Bakur zêdetir dibe û gefên li ser wê kêmtir dibin.

Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê gotibû ku Washington bo dîplomasîya bi Pyongyangê re hazir e.

XS
SM
MD
LG