Karbidestên payabilind yên Koreya Bakur û Koreya Başûr piştî du salan cara pêşî kom bûn.
Piştî civînê Koreya Bakur biryar da ku şandeyeke bişîne Olîmpîyatên Zivistanê yên 2018’an, ku dê li Koreya Başûr li dar keve, pêk hat.
Karbidestên her du dewletan li Mala Aştîyê ya li Panmumjomê, ku li sînorê di navbera her du dewletan de ye, civîyan.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di axaftina sersalê de bo beşdarbûna olîmpîyatên zivistanê bi awayekî erênî axifîbû û piştre Seulê jî pêşnîyaza hevdîtineke payabilind kiribû.
Ji her du dewletan pênc karbidestên beşdarî civîna her du dewletan bûn.
Olîmpîyatên Zivistanê, di 9-25’ê Sibatê de dê li Pyeongchang ya Ganwonê li dar keve.