Serokê Koreya Başûr Moon Jae In bo hevdîtina bi Serokê Koreya Başûr Kim Jong Un çû Pyongyang ya paytaxta Koreya Bakur.
Kim Jong Un û xanima wî, li firîngehê pêşwazîya Moon û xanima wî kirin.
Bi sedan kes, di merasîma pêşwazîkirinê de bi alayên Nîvgirava Kore û Koreya Bakur silav li Serokê Koreya Başûr dan.
Ji 11 sal vir ve, cara pêşî rêberekî Koreya Başûr serdana Koreya Bakur dike.
Li gor agahîyên ku jêderên hikûmeta Koreya Başûr dane, Moon di hevdîtina bi Kim Jong Un re dê ser pûçkirina çekên navokî û bi awayekî fermî bidawîkirina cengê, biaxife.