Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Her Du Koreyan: Bo Kore Siberojeke Nû Destpê Dike


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae In li Pyongyangê kom bûn.

Her du rêberan di civînê de hin biryarên nû sitandin û gava peyman îmza kirin dan zanîn ku bo wan ‘’siberojeke nû’’ destpê dike.

Di preskonferansa hevbeş de, Moon dîyar kir ku her du alîyan ser ‘’rêbazeke pûçkirina çekên navokî’’ li hev kiriye.

Kim jî da zanîn ku hilcivîna wan bo aştîya leşkerî ‘’pêngaveke mezin’’ e.

Rêberên her du Koreyan, ser çêkirina rêya hesinî, destûrdana bo hevdîtina malbatên ji hev dûr ketine û hevkarîya bo xizmetên saxlemîyê li hev kirin û peymanek îmza kirin.

Piştî merasîma îmzayê, Moon got ku ‘’Bakur, girtina tesîsa firandina muşekan û qada ceribandina wan pejirand’’

Kim dîyar kir ku ewê di demeke nêz de serdana Seulê bike.

Ger Kim here Seulê, dê cara pêşî serokekî Koreya Bakur serdana Koreya Başûr bike.

Her du dewlet da zanîn ku bo Olîmpîyatên Havînê yên 2032’yan li welatên wan pêk were dê serlêdanê bikin.

Di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de agirbest heye, lê jiber ku peymana aştîyê tune, bi awayekî teknîkî cenga wan didome.

Ji hilcivîna meha Nîsanê vir ve, her du rêber ew sê car in kom dibin.

XS
SM
MD
LG