Lînkên eksesibilîtî

Tillerson: Serokê Koreya Bakur ji Zimanê Dîplomatîk Fehm Nake


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, ser gefa Koreya Bakur ya dijî Washingtonê axifî.

Tillerson bang li Amerîkîyan kir ku nekevin fikara êrîşa muşekî ya balîstîk û bi şev bê tirs rakevin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî dijî gefa Pyongyangê gotibû ku ger êrîş pêk were, ewê bersîveke bi "hêrs û agir" bidin.

"Serok Trump bi zimanekî ku Serokê Koreya Bakur Kim Jung Un fehm dike peyameke xurt dide, çinku Kim ji zimanê dîplomatlk fehm nake" Tillerson derbarê axaftinên Trump got.

Berdevkê Artêşa Koreya Bakur dîyar kiribû ku ger Kim Jung Un fermanê bide, ewê muşekên balîstîk bifirînin Girava Guam ya Amerîka.

XS
SM
MD
LG