Lînkên eksesibilîtî

Xwendekarê Amerîkî ku Koreya Bakur Berdabû, Mir


Otto Warmbier dibin dadgeheke Koreya Bakur, Adara 2016'an

Xwendekarê zanîngehê yê Amerîkî Otto Warmbier, ku bi qasî sal û nîvekê li Koreya Bakur di hepsê de mabû û hefteya borî di koma de, li welatê xwe hatibû veguhastin, jîyana xwe hinda kir.

Doktorên li nexweşxaneyeke Cincinatî ya bajarê Warmbier, dîyar kiribû ku mejîyê wî li Koreya Bakur derbên mezin xwarine, lê nayê zanîn ku jiber çi wisa bûye.

Warmbier, bi dizîna afîşeke siyasî ya li Pyongang hatibû tawanbar kirin. Karbidestên Koreya Bakur ragihandibûn ku Wambier, piştî ku hepiskirina wî dîyar bûye ketîye koma.

Li gor karbidestên Koreya Bakur, xwendekarê ciwan jiber xwarinê jehrî bûye û piştî ku wî dermanê xewê xwarîye, ketiye koma. Lê malbata Ottom Warmbier dibêje ku li Koreya Bakur êşkenceyên giran li wî kirine.

Serokê Amerîka Donald Trump ji malbata Warmbier re sersaxî xwest û got ku jibo malbatekê, tiştekî giran wek mirina zarokê ciwan tine.

Trump dîyar kir ku rejîma Koreya Bakur rêzê ji mafên mirovan re nagire û jibo ku Amerîka rê li ber ‘’trajedîyên wisa’’ bigire ewê biryarên xwe yên li dijî wî welatî berfirehtir bike.

Rejîma Pyongyang ji destpêka 2017’an ve jimareke muşek û du bomeyan navokî ceribandine û girjîya di navbera Amerîka û Koreya Bakur de ro bi ro zêde dibe.

Karbidestên Amerîkî, jibo sê hemwelatîyên Amerîka yên di girtîgehên Koreya Bakur de ne fikarên xwe radigihînin. Washington dide zanîn ku Pyongyang, wan girtîyan wek amûrên sîyasî bi kar tîne.

Karbidestên Koreya Bakur jî dibêjin ku Amerîka û Koreya Başûr, jibo rejîmê ji desthilatê gêr kin, sîxuran dişînin wî welatî.

XS
SM
MD
LG