Lînkên eksesibilîtî

Serkirdeyê Korya Bakur Perograma Navokî wek “Şûrê Giranbuha” bi Nav Dike


Serokê Korya Bakur Kîm Jong Un

Serokê Korya Bakur Kîm Jong Un bernameya xwe ya çekên navokî wek "şûrê giranbuha “ bi nav kir, di demekê de ku serokê Amerîka Donald Trump û serokwezîrê Japonê Şînzo Abe berdewam in di danîna fişarê de ser crêjîma wî.

Medya fermî ya Pyongyang ragihand ku Kîm doh Şemiyê ji komîta navendî ya partiya Karkeran a desthilatdar re got çekên wan ên navokî serweriya welêt diparêzin li dijî “gefên navokî yên demdirêj ji impiryalîzma Amerîkî.“

Lê wî pênasîn bi wê yekê kirk u rawestana Korya Bakur di rûyê Amerîka,Japon,Korya Başûr û welatên din li dor çekên navokî “rewşeka navnetewî ya tevlîhev e. “

Kîm soz da ku berdewam be di pêşxistina abûriya welêt de wek ku di programa xwe ya navokî de pêşketî ye, di rûyê cezayên abûrî yên Neteweyên Yekgirtî de.

Wî got, Korya Bakur rastî kirîzan dibe ji ber rewşa tund, lê her wiha got abûriya welêt geş dibe.

XS
SM
MD
LG