Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Koreya Bakur û Koreya Başûr di Nîsanê de Dicivin


Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un û Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae-in dê di 27’ê Nîsanê de kom bibin.

Roja hilcivîna dîrokî, ji alîyê karbidestên ji her du Koreyan li Panmunjonm hat dîyar kirin, ku di navbera her du dewletan de sînor e û herêmeke bê leşker e.

Rêberên Koreya Bakur û Koreya Başûr ji veqetînê vir ve, ya pêşî di sala 2000’an de ya dawî jî di 2007’an de, du caran civîyan.

Kim Jong Un, çend roj berê bi awayekî nepêşbînîkirî serdana Çînê kiribû û bi serokomarê wî welatî Ji Jinping re kom bûbû.

Pekînê piştî civînê ragihandibû ku Kim Jong Un gotiye ku ewê dest bi hilweşandina programa çekên navokî yên li Koreya Bakur bike û bi karbidestên Koreya Başûr û Amerîka re jî bicive.

Karbidestên Koreya Bakur û yên Koreya Başûr bo bernameya hilcivîna Kim-Moon, dê di 4’ê Nîsanê de careke din kom bibin.

Li ber e ku Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un jî di meha Gulanê de bicivin.

XS
SM
MD
LG