Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê Dixwaze Korek û Asiacell Bîne Bin Kontrola Xwe


Hikûmeta Îraqê îro ragihand ku ewê hîn gavên nû bavêje ku kompanîyên telefon mobîl yên Herêma Kurdistanê bêxe bin kontrola xwe û navenda wan jî bîne Bexda.

Daxuyanîya îro wek beşeke nû ya toleyên hikûmeta navendî ye ku jibo bersîvdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê têne danan.

Daxuyanî zelal nekir ku qala kîjan şîrketên telefonê tên kirin, lê tê bawer kirin ku Korek Telekom û Asiacell ku li navenda wan li Hewlêr û Silêmanî ne.

Di daxuyanî de hurgilî nehate dayîn ku biryar dê çawa were bicîh kirin û ger Korek û Asiacell biryar bi cih neyînîn, destûrnameya wan kompanîyan dê bêne hilweşandin yan ne.

Hikûmeta Îraqê referanduma Kurdan wek gaveke dijî qanûna bingehîn dibîne û loma jî jimareke gavên wek qedexekirina firînên Hewlêr û Silêmanî li ser Herêma Kurdistanê danane.

XS
SM
MD
LG