Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Sizayên Nû Yên Amerîka Şermezar Dike


 Mike Pompeo (Amerîka) yê duyê ji milê (rastê) Kim Yong Chol (Koreya Bakurd) yê duyê ji milê (çepê)
Mike Pompeo (Amerîka) yê duyê ji milê (rastê) Kim Yong Chol (Koreya Bakurd) yê duyê ji milê (çepê)

Koreya Bakur roja Yekşemê di daxuyaniyekê de sizayên nû yên Amerîka li ser Pyongyangê şermezar kirin û hişyarî da Amerîka ku dê car din şer di navbera wan de derkeve û prosêsa jinavbirina çekê navokî dê bikeve di metirsiyê de.

Keroya Bakur ev berteka tund nîşa da piştî ku Amerîka destpêka vê hefteyê, siza li ser Sê berpirsên Koreya bakur ragihand bûn, ji wana alîkarê serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, ew alîkar bi socê binpêkirina mafên mirovan tawanbar kir bû.

Pyongyang di daxuyaniyê de, pirsa başbûna têkiliyên herdu wealtan vedigerîne bo hewildanên serok Trump. Lê ew daxuyanî wezareta derve ya Amerîka tawanbar dike û dibêje, ew dixwaze têkliyên herdu welatan vegerine dema sala par çaxê şer û nakokî hebûn.

Daxuyanî ji wezareta derve ya Koreya Bakur derketiye, û dide zanîn ku "Washington 8 caran hewla tedbîrên tolhildanê yên metirsîdar li dij kes û keştiyên Koreya Bakur, Çîn û Rusya û welatên din da ye".

‌Herwiha daxuyanî dibêje "eger ku Amerîka hizir bike bi givaştin û zêdekirina sizayan dê Pyongyangê mecbûr bike ku dest ji çekê navokî berde, hesaba wan gelek şaşe û dê bibe sedem ku çekê navokî li nîvgrava Korî heta hetayê bimîne".

XS
SM
MD
LG