Roja Sêşemê, Korya Bakur û ya Başûr derbarê pêkanîna danûstendinan bo nehiştina aloziyan li nîvgrava Korî pêkhatin, ev cara yekê ye piştî 2 slan herdu welat tên bahev.
Daxûyaniya hevbeş ya herdu aliyan dibêje ku, herdu alî pêkahtine aloziyên leşkerî yên nihe heyî nehêlin û danûstendinên taybet yên derbarîê pirsên leşkerî encam bidin.
Daxûyanî herwiha dibêje, werzişvan û berpirsên Korya Bakur dê li xûla Zivistanê ya yariyên Olympîkê amade bibin ya kê dê meha bihê li Koreya Başûr destpê bikin.
Hatiye ragihandin ku, Koreya Bakur dê şandekê ji komîta Olympîk ya Niştîmanî ku pêkhatiye ji: werzişvan, hunermend, zêrevan û rojnamevanan hinêrine Koeya Başûr.
Herdu Korî, destpêka vê mehê kar liser pirsgirêkên di navbera xwe de li ser hêla sinorî dikin, li gundê Panmunjom yê ser sînorê herdu welatan, ku bo cara yekê piştî şerê navbera herdu Koreyan de li salên 1950-1953 peymana tenahiyê di navbera herdu welatan de li wir hat bû îmze kirin.
Koreya Bakur dawiya sala bûrî 2017an gelek caran têsta mûşekên Balistî kiriye, ev bûbû sedema alozbûna têkiliyan di navbera herdu Koreyan de ji aliyekî de û ji aliyê din giha bû astê gefan di navbera Amerîka û Koreya Bakur de.