Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Sizayên Nû Danîn Ser Koreya Bakur


Amerîka sizayên nû liser Koreya bakur û serokê wê Kim Jong Un danîn, Amerîka ev siza ji sedema binpêkirina mafên mirov li ser wî welatî sepandin.

Çalakvan di bêjin ev pîvan û sizayên Amerîka dê gifaşan liser serdestiya Koreya bakur zêde bikin.

Koreya başûr roja pênşembê piştî derketina biryara sizayên nû piştevanîya xwe liser biryara Washington ê dîyar kir û ev yek bikêfxweşî pêşwaî kir.

Gotebêjê wezîrê derve ye Koreya başûr Cho June-Hyuck got ew hêvî dikin ku, ev siza bibin sedema hişdarîyekê jibo civata navnetewî li ser rewşa metirsîdar ya binpêkirinên sîstematîk yên mafên mirov li Koreya Bakûr.

Balyoza Amerîka li bingeha neteweyên yekgirtî li New York Samantha Power di daxûyanîyekê de got "Ev siza dê peyamek zelal be ji bo hemû kesan da bizanin ku, cîhan zêdegavîyên wan dinvîsîne û ji bîr nake.

Li gorî raportên neteweyên yekgirtî zelal dibe ku, piraniya zêdegaviyan di zindanan de çê dibin, raport didin eşkere kirin ku, nêzîkî 80,000 heta 120,000 zilam, jin û zarok di zîndanên Koreya bakur de hene.

XS
SM
MD
LG