Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Ceribandina Çekên Nû Didomîn E


Ceribandina mşûşekên taktîkî li gor Media Koreya Bakur
Ceribandina mşûşekên taktîkî li gor Media Koreya Bakur

Medya fermî ya Koreya Bakur bi amadebûna Serokê welat Kim Jong-un ceribandineke serkeftî ya sîstema nû ya çekan ragihand.

Raportên rojnamegeriyê derbarê vê nûçyê di wî çaxî de tên ku, berpirsên Koreya Başûr yên Amerîkî dibêjin koreya Bakur dibe ku di demeke nêzîk de dest bi ceribandinên çekê navokî bike, piştî ku Kim sozên rawestandina ceribandinên mûşekên balîstîk yên parzemînî meha borî şikandbû.

Arteşa Koreya Başûr roja Yekşemê got ku du ceribandinên ku roja Şemîyê ji berava rojhilata Koreya Bakur hatine destpêkirin hatine destnîşankirin. Hewildana ceribandinê ku nêzî 110 km dirêj û bilindîya 25 kîlometran birîye, ev jî nîşa dide ku mûşekên hatine avêtin yên mewda kurt bûn.

Di nûçeyên derbarê testan de horgilî nehatine eşkere kirin, lê raport dibêjin ku ev destpêkirine ji bo armancên atomî yên welêt hatiye ceribandin.

Li gorî raporên di ceribandinê de cih girtin, Kim Jong-un ferman derxistîye ji bo xurtkirina şerê atomî.

Koreya Bakur mşşekên balîstîk yên kurtavêj, ku lêkoler dibêjin ji bo parastina mûşekan û lêdana armancên li Koreya Başûr hatine sêwirandin.

Di 5'ê Nîsanê de, Kim Yo-jong xwîşka Rêber Kim serokê welat, di hişyariyekê de ku armanc jê serokê Koreya Başûr e diyar kir ku Koreya Bakur li dijî şer e, lê eger şer biqewime dê çekên navokî li dij Koreya Başûr bikar bîne.

Di destpêka sala 2017 'an de Saziya Îstîxbarata Amerîka nirxandinek çêkir ku Koreya Bakur karîbû çekên xwe yên navokî kêm bike.

Kîm Jong-un di Çileya 2021'an de gotibû ku welatê wî karîbû çekên navokî kêm bike û veguherîne çekên sivik û standart û çekên taktîkî çî bike.

Serokê bingehên hêzên hevbeş yên Koreya Başûr got ku biryar e Amerîka û Koreya Başûr ji roja Duşemê ve bo 9 rojan dest bi perwerdeya leşkerî ya salane ya biharê bikin.

Nûnerê Amerîka ji bo karûbarên navokî Song Kim dê roja Duşemê jî, serdana Seoul bike da ku bi hevtayê xwe yê Koreya Başûr re li ser bersivên şewata mûşekan ya vê dawîyê ya Koreya Bakur gotûbêjan pêkbînin.

Nûnerê Amerîkayê got ku Washington amade ye bêyî şert û mercên pêşîn danûstandinan bike, lê Pyongyang ev pêşniyar red kir, û Amerîka bi polîtîkayên dijminane yên li dijî welatê xwe sûcdar kir.

XS
SM
MD
LG